Hevdîtina Serokomarê Îranê li gel Merceyên mezin ên teqlîdê li bajarê Qumê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li dewama seferên xwe yên parêzgehan, îro li bajarê pîroz ê Qumê, bi merceyên mezin ên teqlîdê re hevdîtin pêk anî û bi wan re şêwirî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di duyemîn roja sefera xwe ya parêzgeha Qumê de, îro Înê, bi ayetullah Husên Nûrî Hemedanî, ayetullah Cefer Subhani û ayetulah Ebdullah Cewadî Amolî re hevdîtin kir û bi wan re axivî.
Reîsî di hevdîtina li gel Ayetullah Cefer Subhanî de diyar kir ku sefera parêzgehên curbicur di rojeva hikûmetê de ye û wiha pê de çû: “Sefera parêzgehan gelek xêr û bereket hene, ji ber ku ji nêz ve lêkolînkirina pirsgirêkan ji bo çareserkirina wan gelek bi bandor e."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi ayetulah Nûrî Hemedanî re, tedbîr û bernamên hikûmetê yên ji bo kontrolkirina nexweşiya koronayê û rûbirûbûna enflasyonê jî nirxand û got: Bi lezbûna vaksînasiyonê li welêt, rewşa me li gorî welatên din baştir kiriye û eva bûye sedem amarên miriyên ji ber Koronayê kêm bibin."
Li gorî vê raporê, beşdariya li civîna çapemeniyê ya li gel endamên medyayê, bernama din a serokomarê Îranê li duyemîn roja serdana wî ya parêzgeha Qumê ye.
Reîsî di çarçoveya 13emîn gera parêzgehan a hikûmeta 13emîn de duh (pêncşemê) giheşte Qumê.