Kanûn 31, 2021 09:47 Asia/Tehran
  • Mescidî: sebebkarên terorkirina Serdar Silêmanî ji babeta dadwerî tên şodarizandin

Balyozê Îranê li Bexdayê bal kişand ser vê yekê ku kiryarên cinayetkarane yên Amerîkayê ji hemû cîhanê re eşkere bûne û tekez kir ku sebebkarên terorkirina fermandarê şehîd ê Hêza Quds a Sipayê Pasdaran û cîgirê serokê rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê dê bên darizandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars`ê, “Îrac Mescedî” sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê, êvariya duh (pêncşemê) bi helkefta bîranîna şehîdbûna general Hac Qasim Silêmanî, fermandarê hêza Quds a Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û "Ebû Mehdî El-Muhendis" Cîgirê Serokê Rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê li Bexdayê axivî.

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê bal kişand ser vê yekê ku şehîd Silêmanî û El-Muhendis karîn terorîzmê ji nav bibin. Wî herwiha di dewamê de got: Şehîd El-Mihendis, Silêmanî û hemû şehîdan ji bo xurtkirina eniya berxwedanê canê xwe feda kirin; Heya ku berxwedan neyê kirin wekheviya li herêmê parçeyek wê nabe

Mescidî axaftina xwe wiha domand: “Şehîd El-Muhendis û Silêmanî mekteba berxwedanê û parêzvanê mafê li dijî zilmê bûn. Kiryarên tcinayetkarane yên Amerîkayê yên piştî terorkirina fermandarên Nesir (Şehîd Silêmanî û El-Muhendis) ji hemû cîhanê re eşkere bûn.

Balyozê Îranê li Iraqê tekez kir: Her kesê ku fermana terorkirina şehîd Silêmanî û El-Muhendis ba dê were dadgehkirin û xwîna pak a şehîdan hevgirtina gelê Iraqê û Îranê duqat kiriye.

General serdar Qasim Silêmanî, fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdaran û Ebû Mehdî El-Muhendis, cîgirê serokê Haşdî Şebî ya Iraqê tevî 8 kesên din di 3ê Çileya 2020an de di êrîşeke asmanî ya hêzên terorîst ên Amerîkî de li nêzîkî firokexaneya Bexdayê li Îraqê hatin terorkirin û şehîdkirin.

Serepeyv