Kanûn 30, 2021 22:58 Asia/Tehran
  • Bi minasibeta 9ê Dey Mehê li Tehranê merasîmeke bîranînê li dar xist

Merasîma bîranîna Yewm Ellaha 9`ê Dey mehê roja Agahî û Besîretê îro pêncşemê bi amadebûna pêkhateyên cuda yên xelkê li meydana Îmam Husên (S) hat lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, li vê merasimê nûnerê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê Hucetul-îslam "Ebdullah Hacî Sadiqî" got: Du nemetên hebûna rêberekî jîr, agahdar û mêrxas û bextewariya  hebûna gelê wilayetparêz bûne sedem ku hemû komployên dijmin ji bo me bibin derfet.

Nûnerê Rêberê Giranqedr li Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha got: Niha berxwedan ji Îranê derbas bûye û gihîştiye Yemen, Iraq, Sûriye û Lubnanê û dijmin li ber têkçûnê ye.

Hucetul-îslam "Ebdullah Hacî Sadiqî" diyar kir: Rejîma Siyonîst dîwarek li dora xwe çêkiriye û li hember mûşekên berxwedanê hatiye rûreşkirin û rezîlkirin.

Di dawiyê de Hacî Sadiqî got: “ Heya dema ku mekteba Hac Qasim hebe, mekteba 9’ê Dey mehê jî wê bimîne û fitne têk diçin, armanca dijmin ew e ku gelê me ji pêşerojê bêhêvî bike, lewma divê em hişyar bin."

Serepeyv