Baqirî Kenî: Di warê rakirina sizayan de pêşketinên baş çêbûne
Serokê danûstandinan ê Îranê got ku di encama gotûbêjên vê dawiyê yên li Viyenê de pêşketinên baş di warê rakirina dorpêçan de bi dest ketine.
Li gorî rapora IRNA`yê; Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û serokê danustandinan Elî Baqirî Kenî roja pêncşemê li Viyenê, berî bidawîhatina gotûbêjên Viyenê bi sedema betlaneyên sersala nû, ji nûçegihanên Îranê re got: "Tekeziya sereke ya gotûbêjan di 8 rojên gotûbêjan dederbarê rakirina cezayan bû.
Baqirî Kenî herwiha got: Di vê heyamê de, gotûbêj û peywendiyên navbera aliyê Îranî û aliyên din di çend waran de berdewam bûn û çendîn civîn li ser pirsa piştrastkrinê li gel aliyên Ewropî û hevrêzkarê Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî pêk hatin.
Baqirî Kenî hêvî xwest ku piştî çend rojên bêhnvedanê bi sedema betlaneyên ser salê, aliyên curbicur karekî cidîtir ji bo rakirina dorpêçan bikin.
Hêjayî gotinê ye berî dawiya van gotûbêjan Baqirî Kenî û serokên şandeyên sê welatên Ewropî yên endamên Rêkeftina Navokî û herwiha Enrique Mora, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Dezgeha Çalakiya Derve ya Ewropayê, sibeha îro Pêncşemê li Viyanayê di çarçoveya zincîre şêwirên dîplomatîk ên bi dû hev, hevdîtin pêk anîn.