Kanûn 30, 2021 19:53 Asia/Tehran
  • Gotinên pûç ên Şahê Erebistana Siûdî li dijî Îranê

Şahê Erebistana Siûdî careke din tohmet û îdiayên derew li dijî Komara Îslamî ya Îranê dubare kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, "Selman Bin Ebdulezîz" roja çarşemiyê li dewama gotara xwe ya virtual ya salane li Meclisa Şêwrê ya Erebistanê, Komara Îslamî ya Îranê bi reftarên wêranker tawanbar kir û îdia kir ku Îran sedema qeyran û pirsgirêkên navçê ye.

Şahê Erebistana Siûdî di berdewamiya axaftinên xwe de Komara Îslamî ya Îranê bi hevkarînekirina bi civaka navneteweyî re li bara bernamea navokî tawanbar kir.

Ev îdiaya şahê Erebistana Siûdî ya pêkenok, di demekê de ye ku Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê çendîn caran aştiyanebûna çalakiyên navokî yên Îranê û pabendbûna wê bi Rêkeftina Navokî piştrast kiriye.

Karbidestên Erebistana Siûdî ev demeke dirêj e ku li gorî rayedarên Amerîkî û Siyonîst îdiayên derew li dijî Îranê tîne ser zimanê xwe.

Komara Îslamî ya Îranê wek yek ji endamên sereke yên Eniya Berxwedanê, di sekinîna li hemberî komplo û kiryarên Emerîka-Siyonîst-Siûdî li navçê de xwedî roleke sereke ye.

Serepeyv