Kanûn 30, 2021 12:35 Asia/Tehran
  • Ulyanov: Hemû alî hevdîtinên Viyenê erênî dinirxînin

Mîxayîl Ulyanov, nûnerê hertimî yê Rûsyayê li Rêxistinên navneteweyî li Viyenê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) şeva Çarşemê bal kişand ser rûniştina koma 4+1 û Amerîkayê li Viyenê û got: Hemû aliyên civînê danûstandinên li Viyênê erênî dinirxînin.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Ulyanov" li ser Twitterê nivîsî: "Hemû beşdarên civîna îşev bi kêfxweşî bal kişandin ser pêvajoyên erênî û atmosfera pratîkî ya gotûbêjan."

Ulyanov duh Çarşemê jî li Viyenayê bi nûnerê taybet ê hikûmeta Amerîkayê bo karûbarên Îranê Robert Malî re axivî.

Şandeke Amerîkî bi serokatiya Robert Malî ji bo beşdariya nerasterast di danûstandinên Viyenê de çûye Viyenê.

Heştemîn dewra gotûbêjan li Viyenê bi balkişandina ser rakirina dorpêçên zordarane û neqanûnî yên li ser Îranê, roja duşemiyê bi civîna Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî bi serperestiya Elî Baqirî Kenî berpirsê danûstandinan ê Komara Îslamî ya Îranê û Enrîque Mora, cîgirê sekreterê giştî yê Servîsa Çalakiya Derve ya YE despê kir.

Di vê civîna ku bi beşdariya heyetên Îran, Koma 4+1 û Yekîtiya Ewropayê li Otela Coburgê hat lidarxistin de pêvajoya muzakereyê hat nirxandin.

Serepeyv