Kanûn 30, 2021 11:31 Asia/Tehran
  • Raîsî: Îran û Nîkaragua ji bo berjewendiya pêşketin û bextewariya her du neteweyan karînên xwe bi kar tînin

Serokomarên Îran û Nîkaraguayê li peywendiyeke telefonî li ser pêwîstiya zêdetir xurtkirin û pêşxistina peywendiyên dualî û zêdekirina hevkariyên navneteweyî ji bo pêkanîna aştî û aramiyê li cîhanê sekinîn.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, Seyd Îbrahîm Reîsî serokê Komara Îslamî ya Îranê, şeva çarşemiyê li peywendiya telefonî digel Danîêl Ortega serokomarê Nîkaraguayê,  helbijartina dubare ya wî wek serokomar lê pîroz kir û bal kişand ser girîngiya xurtkirin û kûrkirina peywendiyên di navbera her du welatan de û got: Îran û Nîkaragua di warên siyasî, aborî û civakî de xwedî şiyanên berfireh in û desthilatdarên siyasî û aborî yên du welatan dikarin van şiyanan ji bo geşepêdan û bextewariya her du neteweyan çalak bikin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku dorpêç û gefên Amerîkayê tu bandorê li vîna welatên serbixwe û azadîxwaz ên cîhanê nakin û di dewamê de got: Pergala serdestxwaz nikare îradeya xwe li ser Komara Îslamî ya Îranê û Nîkaragûayê ferz bike, ji ber ku her du welat xwe dispêrin deng û piştevaniya gelên xwe û hertim li hemberî zêdegaviyên serdestxwazan rawestiyane.

Reîsî her wiha got: “Tevî astengî û pirsgirêkan, gelê Îranê ranewestiyaye û dest ji pêşketinên xwe bernade û em di wê baweriyê de ne ku Nîkaragua jî dê li hemberî gef û tehdîdên Amerîkayê bi ser bikeve, ji ber ku îro Amerîka roj bi roj lawaztir dibe”.

Serokomarê Nîkaraguayê  jî di vê pêwendiya telefonî de daxwaza xurtkirina peywendiyên di navbera her du neteweyan û her du welatên Îran û Nîkaraguayê kir û got: Em di wê baweriyê de ne ku her du welat li gel welatên din ên cîhanê ku li dijî empeyalîzmê têdikoşi wê di riya pêşketinê de bi ser bikevin."

Danîel Ortega her wiha got: Nîkaragua li hemû qadên navneteweyî û piştevaniya ji serweriya gelê Îranê li kêleka Komara Îslamî ya Îranê ye û li muzakireyên vê dawiyê yên li Viyenê piştevaniya mafê bingehîn a gelê Îranê dike.

Serepeyv