Kanûn 27, 2021 22:15 Asia/Tehran
  • 26 haletên omîkron li Îranê hatin teşxîskirin

Serokê Navenda Birêvebirina Nexweşiyên Infeksiyonê ya Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê ji tespîtkirina 26 haletên nexweşiya omîkronê(Omicron) li vî welatî xeber da.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Mihemed Mehdî Goya" Serokê Navenda Birêvebirina Nexweşiyên Infeksiyonê ya Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro duşemiyê got: cureya Omicron bi lez belav dibe û gelek welatên cîhanê haletên nexweşiya omîkronê ragihandine û ev cure li Îranê jî hatiye dîtin.

Wer xuya dike doza duyem a vaksîna Koronayê  hitmala ketina bi omîkronê kêm nake û divê duzê 3yem jî were lêdanê.

Di 26ê Mijdarê de, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê cureya omicron wekî pêncemîn celebê metirsîdar ê coronavirus ragihand.

Serepeyv