Xetîbzade: Terorkirina Serdar Silêmanî mînaka terorîsma dewletî bû
Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, kiryara Amerîkayê ya şehîdkirina Serdar sipehbud Qasim Silêmanî wek mînaka êrişa terorîstî û terorîzma dewletî da zanîn.
Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê îro duşemê li hevdîtina heftane ya bi rojnamevanan re bi bîr xist ku em ber bi salvegera şehadeta Serdar Silêmanî ve nêzîk dibin û di dewamê de got: Kiryara Amerîkayê ya şehîdkirina Serdar Silêmanî, mînaka êrişa terorîstî û terora dewletî bû ku ji aliyê dewleta Amerîkayê ve û bi destê Trump hatiye sêwirandin û pêkanîn.
Xetîbzade her wiha got: Hikûmeta Amerîkayê li hember vê kiryara hovane berpirsyariya navdewletî heye û Îran jî ji bo dadgehîkirina berpirs, encamder û şêwirmendên vê kiryara terorîstî xwe ji her karekî dûr nagire.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê her wiha bal kişand ser destpêbûna gera nû ya gotûbêjan li Viyenê ji îro pê ve û li ser rola neçêker a hin welatên Ewropayê jî got: Em her tim li benda hevdîtinên Viyenê bûn. Pêşniyar ew e ku hemû alî bi mebesta lihevkirineke baş werin Viyenê.
Xetîbzade got: "Îran hêvî dike ku her sê welatên Ewropî dawî li bêçalakîtiyê bînin û plana xwe ya cidî ji bo vegerîna ser sozên xwe yên di çarçoveya Rêkeftina Navokî de bidomînin."