Kanûn 27, 2021 20:20 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Divê Îran tam sûdê ji berjewendiyên aborî yên Rêkeftina Navokî werbigire

Wezîrê karên derve yê Îranê teqez kir: Nefta Îranê divê bi hêsanî û bê sînor were firotin û Komara Îslamî ya Îranê jî bikaribe bi tevayî sûdê ji berjewendiyên aborî yên Rêkeftina Navokî werbigire.

Wezîrê karên derve yê Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, roja duşemiyê li çarçoweya pêncemîn konferansa dîroka peywendiyên derve yên Îranê li Têhranê, li ser destpêkirina dewra nû ya gotûbêjên Viyenê û mijara garantîkirin û piştrastkirina cihanîna sozên aliyê din yê Rêkeftina Navokî ve û şopandina vê mijarê ji aliyê Îranê ve got: Li gorî  gotûbêjên ku cih hatine, danûstandin li ser belgeyeke nû ya hevbeş berdewam in û ji wan mijarên ku di danûstandinên niha de ji aliyê Îranê ve hatiye berçavgirtin, mijara garantîkirin û piştrastkirinê ye.

Emîr-Ebdullahiyan diyar kir: Di bin gotin û mijaran de mijara herî girîng ew e ku petrola Îranê bi hêsanî û bê sînor were firotin û pereyê wê li ser hesabên bankayên Îranê were şandin.

Elî Baqirî Kenî, serokê desteya danûstandinan a Komara Îslamî ya Îranê,  ji bo şopandina gera heştem a gotûbêjên Viyenê bi armanca rakirina dorpêçên zalimane, li Viyenê, paytexta Otrîşê ye.

Îro danê êvarê gera heştem a hevdîtinên nûnerên Îranê û koma 4+1ê li ser asta serokên şandên muzakereyê  li dar ketiye.

Serepeyv