Kanûn 27, 2021 16:40 Asia/Tehran
  • Qasimî: Rêketinnama cihanîna projeya rêhesina trênê ya Besra-Şelemçe hat îmzekirin

Wezîrê Rê û Bajaravakirinê yê Îranê ji îmzakirina rêketinnamekê ji bo cihanîna rêhesina trênê ya Besraya Iraqê û Şelemçê li Îranê ragihand.

Li gor IRNAyê, Wezîrê Rê û Bajaravakirinê yê Îranê Rustem Qasimî êvara Yekşemê, derbarê girîngiya projeya girêdana rêhesina Şelemçeyê ya 32 kîlometrî bo Besrayê û derbarê vê yekê ku çi biryar ji bo temamkirina wê hatin dayîn, got: Nêzîkî 20 sal in me gelek danûstandin li gel Iraqê ji bo cîbicîkirina projeya rêya hesinî ya Şelemçe-Besra kirine û di demên cuda de jî gelek rêkeftin hebûne, lê em ti carî negihiştin encamê.

Wezîrê Rê û Bajaravakirinê yê Îranê di berdewamiya axaftina xwe de got: Piştî hevdîtina bi Wezîrê Veguhestinê, Serokwezîr û Serokomarê Iraqê re, ji bo cîbicîkirina projeya rêya hesinî ya Besra-Şelemçeyê peymanek lihevkirinê hat îmzekirin.

Qasimî got: Ji vê rêketinnamê re demeke taybet diyar bûye û yek ji xalên vê rêkeftinê jî ew e ku di heyama meha bê de, em bi awayekî pratîkî emê piroja pira di navbera Iraq û Îranê de bidin despêkirin û operasyona cîbicîkirinê.

Wezîrê Rê û Bajaravakirinê yê Îranê herwiha got: Rêkeftina me ya giştî ew e ku Kompanyaya Rêyên Hesinî ya Komara Îslamî û Şîrketa Rêhesinê ya Iraqê bi hevbeşî vê projeyê cîbicî bikin û di heyama 2 mehan de kompanyayeke hevbeş were avakirin.

Qasimî Wezîrê Rê û Bajaravakirinê yê Îranê roja şemê danê êvarê gihişte Bexdayê.

Serepeyv