Kanûn 27, 2021 11:35 Asia/Tehran
  • Baqirî ji bo gera heştem a danûstandinên rakirina cezayên li dijî Îranê gihişte Viyenê

Serokê danûstandinan ê Komara Îslamî ya Îranê di serokatiya heyetekê de ji bo şopandina gera heştem a gotûbêjên Viyenê bi armanca rakirina dorpêçên zalimane li dijî Îranê, gihîşt paytexta Otrîşê.

Li gorî rapora roja duşemiyê ya IRNA`yê, biryar e Elî Baqirî Kenî beriya civîna Komîsyona Hevbeş di çend saetên bê de ji bo şêwirên dîplomatîk ber bi Otela Kobûrgê ve biçe.

Civîna Komisyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî îro piştî nîvro li ser asta serokên şandên danûstandinan ên welatên 4+1, Yekîtîya Ewropa û Îranê birêve diçe.

Di dewra buhurî de ku du caran hat şopandin, piştî nêzîkî sê heftiyan ji gotûbêjan û redkirina dirêj ya sê welatên ewropî li ser daxwazên maqûl ên Îranê, aliyê beşdarê gotûbêjan li ser metnek hevbeş û bingehek ji bo berdewamiya gotûbêjan li hev kirin ku tê de daxwazên Îranê jî dikevin ber çav.

Di vê dewrê de tê xwestin ku naveroka metnan û nexşerêya vejandina peymanên sala 1994an were nîqaşkirin. Lê serkeftina vê dewrê bi biryarên siyasî yên dijwar ve girêdayî ye, bi taybetî aliyên Ewropî ku di dewra borî de roleke pir çêker nelîstin.

Tê çaverêkirin ku aliyê ewropî di hevdîtinên bê de bi awayekî cidîtir werin ser maseya danûstandinan û bi xwe dûrxistina ji haykûfên medyayê û propagandayê gavên pratîk ji bo bicihanîna sozên xwe bavêjin.

Baqirî Kenî di dewra dawî ya danûstandinan de diyar kir: Eger aliyê din nêrîn û helwêstên mantiqî yên Komara Îslamî ya Îranê bipejirîne, gotûbêjên dewra nû dikare bibe dewra dawî ya gotûbêjan û em dikarin di demek herî kurt de bigihin rêkeftinê. .

Serepeyv