Emîr-Ebdullahiyan: Komara Îslamî ya Îranê pabendê diyalogê ye
Wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê pabendê gotûbêj û bikaranîna rêçareyên siyasî ji bo pirsgirêkên dualî û navçeyî ye.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Ragihandin û Berdevkiya Wezareta Karên Derve, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan roja Şemiyê bi Şêx Xelîfe Herîsî Cîgirê Wezîrê Derve yê Umanê bo karûbarên dîplomatîk re ku ji bo beşdariya li civîna Komîteya Hevbeş a Şêwirmendiya Stratejîk li Tehranê ye, civiya û got: Berfirehkirina peywendiyan bi cîranan re, karê sereke yê siyaseta derve ya hikûmeta Îranê ye.
Emîr-Ebdullahiyan desnîşan kir ku welatê Umanê di nav cîranên Îranê cih û şûneke xwe ya taybet heye û li ser hewlên her du welatan ji bo zêdekirina qebareya têkeliyên ticarî di asta peywendiyên dostane yên her du welatan de tekez kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha hêvî xwest ku hewlên hemî welatên navçê bi taybetî Îran û Umanê rê li ber bidawîhatina qeyrana Yemenê xweş bike.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Umanê jî hêvî xwest ku qeyrana Yemenê di zûtirîn dem de bi dawî bibe û got: Uman pêşwaziyê li raman û danûstandinên aştiyane dike û ji bo kêmkirina pirsgirêkên navçê piştgiriyê dike.