Kanûn 24, 2021 12:29 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Pêwendiyên Îran û Iraqê di hemû waran de çalak û b geşatî ne

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, pêncşemiyê bi şev li peyamekê li ser Instagramê, amaje bi hevdîtina xwe ya digel Fûad Husên wezîrê karên derve yê Iraqê li Têhranê kir û diyar kir ku peywendiyên Îran û Iraqê di her warî de bi hev ve girêdayî, çalak û geş in.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Emîr-Ebdullahiyan" Di vê nivîsara xwe de destnîşan kir ku peywendiyên Tehran û Bexdayê bi wateya rastîn li hemû astan stratêjîk in û di dewamê de nivîsî: Hejmara kesên ku di navbera her du welatan de wek geştyarî yan jî geştiyariya ziyaretê hatûçûnê dikin, salane zêdetirî çar milyon kes in û ev amareke bêmînak di peywendiyên Îran û Iraqê de ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha amaje bi sefera heftiya bê ya wezîrê rê û bajarvaniyê yê Îranê bo Bexdayê kir û got: Îran bi biryar e ku rêya hesinî ya Şelemçe-Besrayê di zûtirîn dem de were xebitandin.

Emîr-Ebdullahiyan ragihand ku gera bê ya gotûbêjên Îran û Siûdiyê dê bi hewlên wezîrê derve û serokwezîrê Iraqê li Bexdayê were lidarxistin, Emîr-Ebdullahiya "hewldanên xweş ên hikûmeta Iraqê" ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Îran û Erebistanê û vegerandina peywendiyên Îran û Siûdiyê ser rewşa normal bi qîmet û hêja  nirxand û sipasiya hikûmeta Iraqê kir.

Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Husên êvariya roja çarşemiyê di serokatiya şandekê de bo hevdîtina digel rayedarên Komara Îslamî ya Îranê giheşte Tehranê.

Serepeyv