Kanûn 22, 2021 17:55 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê bi Serokê Komara Azerbaycanê ra civiya

Wezîrê karên derve yê Îranê û Serokê Komara Azerbaycanê civiyan û derbarê mijarên eleqedar axivîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê roja çarşemiyê di serdana xwe ya Bakûyê da di gel Serokê Komara Azerbaycanê civiya; Civîna ku tê da Eliyêv danûstandinên taximên dîplomatîk girîng da zanîn.

Serokê Komara Azerbaycanê tevî tekeziya li ser pêwîstiya rakirina pêngavên zêdetir ji bo berfirehkirina pêwendiyan di hemî warên siyasî, aborî, ticarî û çandî da, got: Warê hevkariya dualî ya Îranê û Komara Azerbaycanê berfireh e û ez piştrast im ku ev hevkarî dê encamên baş bi xwe ra bîne.

Wezîrê karên derve yê Îranê jî di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi hevdîtina serokomarên Îranê û Komara Azerbaycanê li paytexta Tirkmenistanê û gotûbêjên pêkhatî tê da, ev civîn wek xaleke girîng di pêwendiyên du welatên dost da zanîn.

 

Wezîrê karên derve yê Îranê roja Çarşemiyê ji bo serdaneke yekrojî derbasî Bakûyê bû û di vê serdanê biryar e di gel hevpîşeyê xwe yê azerbaycanî û Seroka parlimana Komara Azerbaycanê jî bicive,.

 

Serepeyv