Temrîna berevaniya çendlayî di Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê mezin (S)-17an a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da
Yekîneyên hêza bejahî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di roja sêyem a Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê mezin (S)-17an a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da, berevaniya qahêm ji perav û giravan temrîn kirin.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Roja sêyem a Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê mezin (S)-17an a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Çarşemiyê biu mihweriyeta memûriyetên Hêza bejahî ya Sipahê bi temrînkirina berevaniya qahêm a yekîneyên bijartî yên vê hêzê ji perav p giravan li Girava Larekê hat lidarxistin.
Di vê qonaxa Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê mezin (S)-17an a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî da, şervanên hêza bejahî ya Sipahê bi behrewergirtin ji çek û amûrên nû û bikaranîna rêbazên nûjen, senaryoyên gengaz ên Afendî û Pedafendî bi awayekî serkeftî cih anîn.
Yekîneyên Hêza bejahî ya Sipah di vê qonaxê da piştî serdestiya itilaatî li ser rewşa dijmin, armancên naskirî dan ber êrîşên bi çekên giran û nîv-giran.
Tetbîqata leşkerî ya Pêxemberê mezin (S)-17an a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi qasî pênc rojan ji roja Duşemiyê va li perravên Kendava Farsê, Tengava Hormuzê û navçeya gelemperî ya parêzgehêîn Hormuzgan, Bûşêhr û Xûzistanê bi beşdariya hin yekîneyên hêzên bejahî, deryayî û Hewa-Feza û hin yekîneyên gelanî yên Besîcê tê lidarxistin.