Wezîrê karên Derve yê Îranê diçe Bakûyê
Wezîrê karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan sibê serdana Bakûyê paytexta Komara Azerbaycanê dike.
Wezîrê Derve yê Îranê ji IRIB Newsê re ragihand: “Sibê Çarşemê di çarçoveya serdana xwe ya bo Bakûyê de, dê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, hevtayê xwe û rayedarên din ên wî welatî bicive.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha got: Têkiliyên Tehran û Bakûyê tevî hin şaştêgihiştinên ku di van mehên dawî de di têkiliyên navbera her du welatan de derketine, baş, bi îstîqrar û ber bi geşatiyê dimeşin.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Di du mehên derbasbûyî de, em şahidê serdana çend berpirsên pilebilind ên Komara Azerbaycanê bo Têhranê bûn û di vê mehê de jî serokên her du welatan li kêleka lûtkeya ECO`yê civiyan û li Aşgabatê civîneke erênî û avaker pêk anîn."