Kanûn 21, 2021 21:31 Asia/Tehran
  • Amarên dawî yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 43 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 131 hezar û 167 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Sêşemê 21 Kanûna 2021 li Îranê 2 hezar û 413 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 175 hezar û 782 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 6 milyon û 12 hezar û 695 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî duh bi şev ragihand ku di 24 saetên borî de 530 hezar û 361 dozên vaksîna Koronayê li welêt hatine lêdan.

 Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 59 milyon û 269  hezar û 38 kesan doza yekem, 50 milyon û 651 hezar û 228 kesan doza duyem û 4milyon û 361 hezar û 551 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 114 milyon û 281 hezar û 817 dozî. 

Serepeyv