Kanûn 21, 2021 19:57 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê yê li Iraqê bi Nîçervan Barzanî re civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî kir.

Di hevdîtina sefîrê Îranê l Iraqê û serokê Herêma Kurdistanê de, pêwndiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamî ya Îranê, bihêzkirina warên hevkariyên hevbeş, pêngavên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê, berdewamiya gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de, metirsiyên terorê û êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser girîngiya karkirina ji bo parastina aramî û ewlehiya navçeyê, pêşvebirina pêwendiyên welatê navçeyê li ser bingeha dostayetî û berjewendiyên hevbeş hevnêrîn bûn. Herwiha wan tekezî li pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê kirin.

Serepeyv