Kanûn 18, 2021 00:00 Asia/Tehran
  • Amarên 24 saetên dawiyê yên Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 46 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê li welêt gihêşte 130 hezar û 992 kesan.

Li gorî amara Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Înê 17ê Kanûnê diyar kir ku 2 hezar û 196 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin ku 341 kesên wan di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di malên xwe de di qerentîneyê da man.

Li gorî amara herî dawiyê heya niha li Îranê 6 milyon û 167 hezar û 650 kes bi nexweşiya Covid-19 ketine.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 995 hezar û 734 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li welêt heta niha 40 milyon û 569 hezar û 784 testên teşxîsê yên Kovîd-19ê hatin kirin.

 Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 59 milyon û 26 hezar û 227 kesan doza yekem, 50 milyon û 109  hezar û 890 kesan doza duyem û 3 milyon û 460 hezar û 454  kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 112 milyon û 596 hezar û 571 dozî. 

Di 24 saetên dawiyê de li welêt 322 hezar û 887 dozên vaksîna koronayê hatin lêdan.

Li gorî amarên fermî, heta niha li cîhanê zêdetirî 273 milyon û 333 hezar kes bi vîrusa Koronayê ketine û zêdetirî 5 milyon û 355 hezar kesan jî bi sedema nexweşiya Koronayê canê xwe ji dest dane.

Serepeyv