Kanûn 17, 2021 22:30 Asia/Tehran
  • Bqirî Kenî: Emê danûstandinan berdewam bikin

Berbirsê dercebilind ê danûstandinên Îranê li gotûbêjên navokî, kêfxweşiya xwe ji pêşdeçûna gotûbêjan nîşan da û got: Piştî navbereke çend rojî emê gotûbêjan dişa bidomînin.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Elî Baqirî Kenî" muzakerevanê sereke yê Îranê li muzakireyên navokî roja Înê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî: Piştî şêwirîna li gel şandên din, me bi Enrique Mora, Cîgirê berpirsê karûbarên derve yê YE û Kordînatorê Komîsyona Hevbeş ya Rêkeftina Navokî re, ji bo nirxandina rewşê û gotûbêjkirina li ser rêyên pêşber, hevdîtin pêk anî.

Baqirî Kenî di dewamê de nivîsî: Di vê hefteyê de me pêşkeftineke baş bi dest xistin û îro Înê jî me komîsyoneke hevbeş hebû û piştî navbereke çend rojî, emê dîsa danûstandinan berdewam bikin.

Civîna Komisyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî îro di navbera muzakereyên payebilind ên koma 4+1, Yekîtîya Ewrupa û Îranê de li dar ket.

Ev civîn li ser asta cîgirên wezîrên derve û rêveberên siyasî yên wezareta karên derve ya Îranê û Koma 4+1 bi serokatiya Elî Baqirî Kenî berpirsê danûstandinan ê Îranê û Enrîq Mora cîgirê sekreterê giştî yê YEyê birêve çû. 

Ev gera gotûbêjan roja pêncşema borî dest pê kir, û şandan dest bi nivîsîna reşnivîsa lihevkirinê kirin û hewla kêmkirina nakokiyan yekser piştî civîna Komîsyona Hevbeş despê kir. Gotûbêjên li ser metnan tenê bi grûpên xebatê re sînordar nebûn û aliyan di her du warên rakirina cezayan û navokî de di form û astên curbicu de kar kirin.

Serepeyv