Peywendiya telefonî ya Emîr-Ebdullahiyan bi Wezîrê Derve yê Çînê re
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan û Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi roja Pêncşemê li ser têkiliyên dualî, pêvajoya muzakereyên nukleerî yên Viyenê û pêşhatên navneteweyî gotûbêj kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, di vê pêwendiya telefonî de, wezîrê karên derve yê Îranê, tevî qedirzaniya ji helwêsta piştevaniya Pekînê li gotûbêjên navokî yên Viyenê, pêvajoya gotûbêjan bi tevayî baş wesif kir û di heman demê de nebûna însiyatîfa aliyê rojavayî li Viyenê rexne kir.
Emîr Ebdullahiyan di vê hevpeyvînê de reftarên dewleta Amerîkayê û hin welatên rojavayî yên li bara ambargoya dîplomatîk a Olempîka Zivistanê ya Pekînê şermezar kir û baweriya xwe bi lidarxistina baş û serkevtî ya vê helkefta werzişî diyar kir û ragihand ku berpirsên payebilind ên werzîşê yên Komara Îslamî ya Îranê li gel karwanê werzişkaran li vê pêşangeha girîng wê beşdar bibin.
Her du aliyan herwiha li ser pêwîstiya berdewamiya gotûbêj û şêwirên nêzîk di navbera Têhran û Pekînê de li ser mijarên dualî û mijarên ku di qada navneteweyî de dilgiran in, tekez kirin.
Wezîrê karên derve yê Çînê jî di vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera her du welatan de stratejîk bi nav kir û niyeta dewleta Çînê ji bo pêşdebirin û kûrkirina peywendiyan ragihand.
Wezîrê karên derve yê Çînê tevî piştgirîkirina ji helwêstên Komara Îslamî ya Îranê, li hemberî yekalîkarî û zêdexwaziyên hêzên navneteweyî bi taybetî Amerîkayê, li ser pêwîstiya hemahengî û hevkariyê digel welatên din ên li ber pêşkeftinê sekinî.
Wang Yi herwisa seredana wezîrê karên derve yê Îranê bo Çînê wek derfetek ji bo pêşvebirina armancên hevpar ên her du welatan wesif kir.
Wezîrê Derve yê Çînê tekezî li ser piştevaniya hikûmeta xwe bo Îranê di têkoşana li dijî nexweşiya Covid-ê de ji bo kokbirkirina wê nexweşiyê kir.