Kanûn 16, 2021 23:19 Asia/Tehran
  • Tekezkirina Reîsî li ser avakirina komîsyoneke hevbeş a Îran û Macaristanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li ser pêkanîna komîsyoneke hevpar di navbera Îran û Mecaristanê de ji bo pêşxistina têkeliyên aborî û siyasî pêgirî kir.

Li gorî rapora IRNA`yê; Serokê Komara Islamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî roja pêncşemê li hevdîtina digel Pîter Siarto wezîrê karên derve û bazirganiyê yê Macaristanê, bal kişand ser geşepêdana hevkariyên aborî di navbera her du welatan de û got: Peywendiyên Îran û Macaristanê di asta vê gavê de nayên qebûlkirin û em dikarin bi hevkariyên dualî asta peywendiyan bigihînin asteke baş.

Reîsî pêwendiyên di navbera welatên Ewropaya Rojhilat û Îranê de dîrokî û girîng nirxand û got: Eger welatên Rojhilatê Ewropa serbixwe tevbigerin dê di warê siyasî û aborî de sûdê werbigirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li bara koçberiya gelê Efxanistanê bo welatên Ewropayê got: Berhema du deh-saliyên hebûna NATO û Amerîkayê li Efxanistanê kuştin, cinayet, xwînrijandin û bêçaretiya gelê Efxanistanê ye. Zêdetirî 30,000 zarokên Efgan ji ber hebûna hêzên Amerîkî li AEanistanê seqet bûne.

Reîsî bal kişand ser birêvebirina Efxanistanê ji aliyê xelkê vî welatî û got: Divê Efxanistan ji aliyê hikûmeteke serbixwe ve were birêvebirin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê, hevkarîya Îran û Macaristanê di warê terorîzm, narkotîk û tawanên organîzekirî ji bo ewlehiya navçe û cîhanê bi bandor zanî û got: Komara Islamî ya Îranê di pratîkê de bi têrorîsmê re şer dike, lê belê hinek tenê bi gotin şerê terorê dikin."

Reîsî bal kişande ser nêrîna ducurî ya Welatên Rojava li hember pirsgirêkan û got: Rêbazên ducurî yên rojavayê ziyanê digihîne baweriya xelkê û em hêvîdar in ku di bereberê jidayikbûna Hz. Îsa Mesîh de, hin welatên rojavayî bi tenê îdiaya xiristiyanîbûnê nekin, belkî li pey hînkariyên wî hezretî bibin û wan cih bînin.

Wezîrê Karên Derve û Bazirganiyê yê Macaristanê Peter Siarto got: "Em di wê baweriyê de ne ku Rojava û NATO di mijara Afganîstanê de bi durûtî tevgeriyan û niha em ji pêleke mezin a hatina penaberên efgan (ber bi Ewropayê) bi fikar in."

Siarto dilxweşiya xwe derbarê guhdana Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bo peywendiyên bazirganî û aborî diyar kir û  got: Em hewl didin asta peywendiyên Têhran û Bûdapestê baştir bikin.

Serepeyv