Kanûn 16, 2021 23:00 Asia/Tehran
  • Berfirehkirina hevkariyên Îran û Macaristanê

Wezîrên karên derve yên Îran û Macaristanê li ser pêwîstiya berfirehkirina hevkariyên dualî sekinîn.

Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a IRIBê; Wezîrê karên derve yê Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyan, îro pêncşemê li civîna çapemeniyê ya hevpar tevî Peter Siarto wezîrê karên derve û bazirganiyê yê Macaristanê li Têhranê ragihand: Îro komîsyona hevpar a aborî bi beşdariya wezîrên aboriyê ya Îran û wezîrê derve û ticaretê yê Mecaristanê tê lidarxistin.

Emîr-Ebdullahiyan da zanîn ku ji sibê roja Înê ve dê vaksîna Îranî bibe pîvan ji bo vîzeya Macaristanê û wiha dewam da gotina xwe: "Me bi Macarîstanê re peymaneke lihevkirinê îmze kir ku li gorî wê vaksîna Îranê ji bo vîzeya Macarîstanê bibe pîvan. Dê ji sibe ve ev mijar bê pêkanîn."

Wezîrê karên derve yê Îran amaje bi gotûbêja du aliyan ser pêşhatên li Efxanistanê kir û got: Macaristanê alîkariya gelê Efganîstanê kiriye; Wezîrê karên derve yê Macaristanê jî bi xwe re barekî vaksînên koronayê aniye ji bo derzîlêdana 4 milyon Efxaniyên li Îranê.

Wezîrê Derve yê Macaristanê Peter Siarto jî di vê press konferansê de ligel hevtayê xwe yê Îranî ragihand ku îro ewlekariya Ewropayê ji ber çendîn kêşeyên girîng di metirsiyê de ye û got: Yek ji wan kêşeyan koçberî ye; Pêşhatên vê dawiyê yên Efxanistanê hejmara koçberên Efxanistanê bo welatên curbicur zêde kiriye ku yek ji wan welatan jî Îran e.

Peter Siarto di berdewamiya axaftinên xwe de got: Roja Sêşemê parlemana Mecaristanê biryarnameyek ji bo piştgirîkirina sermayerazandinên Mecaristanê li Îranê pejirand û îmzakirina vê biryarnamê dê ji bo berfirehkirina hevkariyên aborî û ticarî ji aliyên curbicur ên du welatan re derfeteke zêdetir dabîn bike.

Wezîrê Karên Derve û Bazirganiyê yê Macaristanê îro (Pêncşemê) ji bo gotûbêja bi Emîr Ebdullahiyan re gihîşt Tehranê.

Di civîna îro ya wezîrên karên derve yên Îran û Macaristanê de, sê belgeyên hevkariyê hatin îmzekirin.

Serepeyv