Kemalwendî: Kamerayên IAEA piştî lêkolînên teknîkî, ewlekarî û dadwerî yên berfireh dê bên danîn
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê got: Piştî lêkolînên teknîkî, ewlehî û dadwerî yên berfireh, dê kamerayên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê(IAEA) dîsa li kompleksa "Tesa" ya Kerecê (rojavayê Tehranê) bên danîn.
Li gorî rapora roja pêncşemê ya IRNA`yê; Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Behrûz Kemalwendî got: Li gor lihevkirina navbera Îran û IAEA ji bo lêkolînên teknîkî yên berfireh kamerayek ji Îranê re were dayîn, her wiha teknîsyenên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) dê bersiva pirsên teknîkî yên pisporên berevanî û ewlehiyê yên Îranê derbarê van kamerayan bidin û piştî pişkinînên hûr û pêwîst dê kamerayên IAEA ji nû ve werin danîn.
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê her wiha got: Kamêrên hanê yên kişandina wêneyan in û ev wêne dê di memoriya kamerayan de bên tomarkirin û ragirtin. Dema ku hafize(memorî) tije dibin, kartên memorî têne derxistin û di mohra hevpar a Îran û Ajansê de tê danîn. Yanî Ajans bi tu awayî nikaribe van agahiyan bidest bixin.
Kemalwendî amaje bi vê yekê jî kir: Ev yek li gor qanûna pêngava stratîjîk bo rakirina dorpêçan û parastina berjewendiyên gelê Îranê ku ji aliyê meclisa şêwra îslamî ve hatiye pesendkirin û li gor wê qanûnê nikare çavdêriya zêde ji Peymana Zêrvanî û Kontrolê hebe.
Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê derbarê dema radestkirina zanyariyan bo Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê got: Dema ku hemû dorpêç hatin rakirin, em dikarin wan zanyariyan bigihînin IAEA da ku di berdewamiya zanyariyên xwe yên çavdêriyê ya bi navê "knowledge of continuity" de bikar bînin.