Kanûn 16, 2021 15:28 Asia/Tehran
  • ِDi serdana wezîrê Derve yê Macaristanê bo Îranê de sê peymanên hevkariyê hatin îmzekirin

Li Tehranê bi amadebûna wezîrên karên derve yên Îran û Mecaristanê li ser hevkariyên du welatan sê peymanên lihevtêgihiştinê hatin îmzekirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Peter Siarto wezîrê karên derve û bazirganiyê yê Macaristanê îro (Pêncşemê) digel şandeke aborî ji bo hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Îranê Husên Amir-Abdollahiyan re derbasî Têhranê bû.

Di vê serdanê de sê rêketinnamên hevtêgihiştinê ji wan hevkariyên perwerdeyî di navbera Navenda Lêkolînên Siyasî û Navdewletî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê û Akademiya Dîplomasî ya Macaristanê, bernama bûrsê ya Macaristanê ji bo xwendekarên Îranî, di navbera Wezareta Zanist, Teknolojî û Lêkolînê ya Komara Îslamî ya Îranê û wezareta Karên Derve û Bazirganiyê ya Macaristanê de û hevkariya çandî di navbera Wezareta Rewşenbîrî û Îrşada Îslamî ya Îranê û Wezareta Çavkaniyên Mirovî ya Macaristanê de hatin îmzekirin.

Serepeyv