Kanûn 16, 2021 12:03 Asia/Tehran
  • Baqirî: Eger hemû alî bi cidî li Viyenayê bi hev re biaxivin, îhtimala pêşketinê heye

Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, şeva Çarşemê bal kişand ser gotûbêjên berfireh li Viyenê û tekez kir ku heke hemî alî bi cidî bikevin nav danûstandinan, îhtîmala pêşveçûnê heye.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Elî Baqirî" li Twitterê bal kişande ser hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên duh bi heyetên Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsiye, Çîn û Yekîtiya Ewropayê li Viyenê û got: "Hevdîtinên berfireh hem li ser asta pisporan û hem jî li ser asta muzakereyên bi serokê şandeyan re dê berdewam bikin."

Baqirî Kenîrêkeftina her wiha destnîşan kir ku pispor li ser nivîsan xebatên xwe didomînin.

Gotûbêjên Viyenê bi mebesta rakirina dorpêçên zalimane û neqanûnî yên dijî Îranê di rewşekê de ye ku tevî zextên xeta wêranker a medyayên dijber û astengiyên Rejîma Siyonîst, gotûbêjan bi hewlên Komara Îslamî ya Îranê pêşkeftinên berçav hebûye.

Serepeyv