Lidarxistina civîna endamên Rêkeftina Navokî û Amerîkayê bêyî amadebûna Îranê
Endamên Koma 4+1 û Yekîtîya Ewrupa wek beşdarên Rêkeftina Navokî û Amerîkayê ku tevî diyarkirina jêstên xêrxwazane, hîn li ser riya vejandina Rêkeftina Navokî de astengiyan çê dike, Şeva Yekşemê civînek li ser proseya danûstandinên Viyenê bi armanca rakirina dorpêçên zordarane li dijî Îranê hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, beşdarên vê civîna ku bêyî amadebûna Îranê hat lidarxistin, rewşa dawî ya danûstandinan gotûbêj kirin.
Serokê Danûstandinan ê Rûsyayê Mîxayîl Ulyanov beriya civînê ji rojnamevanan re got: "Divê hûn bizanibin ku (vejandina Rêkeftina Navokî) pêvajoyek e ku gelek civînên fermî û nefermî li ser ast û formên cuda bona wê li dar dikevin." Wî herwiha di dewamê de diyar kir: Ev civîn hevdu dikemilînin û pêşketina kar misoger dikin.
Vî dîplomatê Rûsî amaje bi vê yekê kir ku mezintirîn destkefta civînên vê dawiyê berdewambûna gotûbêjên Viyenê û vegerandina rewşa normal ya dîplomatîk e û got: Mafê Îranê heye ku fikrên nû pêşkêş bike û em erkdar in ku li ser wan nêrînan bisekinin. Ulyanov da zanîn ku, berevajî hin îdîayan, muzakire û danûstandin nexitimîne.
Gera nû ya danûstandinan roja Pêncşema borî bi destpêkirina civîna Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî destpê kir. Hema piştî civîna Komîsyona Hevbeş heyetan dest bi xebatên li ser metnan kirin û hewl dan nakokiyan kêm bikin.