Kanûn 13, 2021 10:57 Asia/Tehran
  • Baqirî Kenî: Nakokiyên di danûstandinên Viyanayê de kêm bûne

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser wê yekê ku nakokiyên di hevdîtinên Viyenê de kêm bûne.

Cîgirê siyasî yê wezîrê derve yê Îranê “Elî Baqirî Kenî” duh yekşemê got: Du mijarên me yên bingehîn hene ku divêji hevdu bên cihêkirin; Mijara yekem cudahiya nêrîna aliyan li ser çarçoveya mijarên ku divê li ser bên gotûbêjkirin û mijara duyem jî cudahiya nêrîn û helwesta aliyan li ser mijarên ku tê nîqaşkirin e.

Baqirî Kenî her wiha got: "Nakokiyên li ser çarçoveya mijarên ku gotûbêj li ser tên kirin, kêm bûne û her du alî li ser mijarên ku divê di rojeva gotûbêjan de bibin digihin encamekê."

Cîgirê siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê herwiha got: Kêmbûna nakokiyên li ser mijarên ku li ser tên nîqaşkirin pêşketineke baş û girîng e, ji ber ku di destpêkê de li ser vê yekê jî nakokî û dijberî hebûn.

Baqirî Kenî desnîşan kir: Derbarê mijarên danûstandinê  aliyan bi hev re nakokî û dijberî hene.

Bi gotina Baqirî Kenî: Di danûstandinên ku 6 dewran li Viyenê hatin kirin de jî me dît ku nakokiyên cidî hebûn û ev cudahî jî man.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir: Em li hevhatina bi aliyên din re mijûlin ku ser encamên bi destketî li hev bikinn û mijarên ku nakokî ser wan mane jî rêkûpêk bikin.

Serepeyv