Kanûn 13, 2021 09:24 Asia/Tehran
  • Baqirî Kenî: Siyonîst hewl didin atmosfera muzakereyan têk bibin

Berpirsê Danûstandinan ê payebilind ê Komara Îslamî ya Îranê li muzakireyên Viyenê got: Siyonîst hewil didin li derveyî hola(salona) muzakereyê atmosfera gotûbêjan têk bibin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars`ê, “Elî Baqirî Kenî” berpirsê muzakirê yê payebilind û alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja bi koma 4 + 1`ê re roja yekşemiyê li gotûbêja bi kanala nûçeyan a El-Mayadîn raghand ku gotûbêj ketine nav riya serkeftinê û got:  Siyonîst ji bo ku bandorê li muzakereyan bikin û atmosfera gotûbêjan têk bibin li derveyî hola muzakireyê pir hewl didin.

Baqirî Kenî da zanîn ku di van rojên dawî de danûstandin zêdetir li ser çarçoweya şêwirên li ser nakokiyan bûn ji bo bilezkirina rêkeftinê û di dewamê de diyar kir: Hevdengiya helwêstên Rûsiya û Çînê bi helwêstên Îranê re diyar e û mijara nakokiyên bi welatên rojava re jî heye.

Berpirsê Danûstandinan ê payebilind ê Îranê bi bîr xist: Îran bi viyana xwe beşdarî van muzakireyan bûye û ti kesî ew neçar nekiriye ku li van muzakireyan amade bibe , loma ji aliyê din ê muzakireyan dixwaze ku li van muzakireyan maqûl bibe û bi awayê beraqil tevbigere û ji bo rakirina astengiyan însiyatîfa xwe bikar bîne.

Baqirî Kenî herwiha got: Di vê gera danûstandinan de em ê derbarê reftarên Amerîkiyan pêşdaweriyê nekin. Em li bendê ne ku di vê gera hevdîtinan de nêzîkatiya wan a nû bibînin û li gorî wê nêzîkatiya nû emê nirxandinên xwe bikin.

Serepeyv