Kanûn 12, 2021 14:25 Asia/Tehran
  • Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî: Dijmin bi derew û tehrîfan şûna zalim û mezlûman diguhere

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina koma hemşîre û malbatên şehîdên parêzvanên tenduristiyê, teqez kir: Ger hûn rastiyan nebêjin, dijmin bi derew û tehrîfan şûna zalim û mezlûman diguhere.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya Nivîsîngeha Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî îro Yekşemê li hevdîtina koma hemşîre û malbatên şehîdên parêzvanên tenduristiyê, reftar û gotina Hezretî Zeyneba Kubra (Silava Xudê lê be) wek nimandin û nîşana mezinatî, hêza manewî û aqilmendî ya zayenda jinan da zanîn.

Hz. ayetullah Xamineyî bi wekilandina gotinên xwe yên berê derbarê pêwîstiya gotina heq û rastiyê û vegotin û salxdayîna rast a "rastiyên civakê, dîroka Inqilaba Îslamî, serhatiyên parastina pîroz û bûyerên curbicur ên 42 salên dawî" got: Eger ev yek neyê kirin, ku di gelek rewşan de jî nehatiye kirin, dijmin wê salixdayîna bi dilê xwe ya berevajî û nerast ji raya giştî ya niha re bide qebûlandin û bi guhertina cihê zalim û mezlûm, kiryarên xwe yên stemkarî û zalimane berdewam rewa nîşan bide.

Rêberê mezin ê Inqilabê, bi minasebeta jidayikbûna hezreta Zeyneb (SXL) û roja hemşîreyê, ev roj li her yek ji hemşîre û çalakvanên di warê dermankirin û tenduristiyê de pîroz kir û got: Xanim û xatûna mezin a Kerbelayê ji hemû mirovahiyê û dîrokê re îsbat kiriye ku tevî hemû hewldanên kurtbînî û korbînî yên berê û îroyîn bi taybet ên serdestxwazên rojavayî ku bona biçûkkirin û hiqareta li jinan tên kirin, "jin" dikare bibe oqyanûsek mezin a sebir û bîhnfirehiyê û bibe lûtkeyek mezin a jîr û jîrbûnê.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî "Cîhada rîwayet û ravekirinê" berûlayeke din ji aqilmendî û xweşfikriya kûr a Hz. Zeyneb (SXL) da zanîn û got: Wê hezretê bi ravekirina rast, bi bandor û mayinde ya bûyerên Kerbelayê derfetê neda ku rîwayet û salixdayîna nerast a dijmin di nav civakê de cih bigire.

Hz. ayetullah Xamineyî Hemşîretî weke ecret û xelateke Xwedê Teala ya çendqatî zêde da zanîn û got: Afirandina ewlekariya derûnî ji bo nexweş, xizm û derdorên nexweş û hemû mirovan yek ji nirxên din ên girîng ên hemşîretiyê ye û di rastiyê de civaka hemşîretiyê li ustiyê gişt milet heqê xwe heye.

Rêberê Inqilabê bal kişande ser dilxweşiya mustekbir û  serdestxwazên cîhanê li hember êş û azarên gelê Îranê ku di bûyerên wekî "alîkariya ji bo Seddam ji bo bombebarankirina kîmyawî û afirandina êş û azarên kûr ji bo xelkê bajarên sînorî yên Îranê" û mijarên wekî "Ambargoya dermanî ya li ser gelê Îranê" de dikeve berçavan û di dewamê de got: Li gorî van rastiyan, dema ku hemşîre bi hewldan û canfidayiya xwe, kenekê têxe ser lêvên nexweş û derûdoên wan, di rastiyê de li dijî îstikbar û zordarên kîndar cihad û xebateke mezin kirine, ev karê wan nirxeke çendqatî zêde di nav civaka hemşîretî li Îrana Îslamî de heye.

Serepeyv