Xurtkirina pêwendiyên aborî, mijara hevdîtina Qalîbaf û Erdoxan
Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di hevdîtina tev serokomarê Tirkiyê tevî tekeziya li ser pêwîstiya xurtkirina hevkariyên aborî navbera Îran û Tirkiyê, got: Belgeya giştalî ya hevkariyên du welatan di halê derbaskirina qonaxa dawiyê ye ku sembolek ji vîna cidî ji bo berfirehkirina pêwendiyan e.
Li gorî rapora IRAN Presssê, Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê roja Îniyê li kêleka civîna Yekîtiya nav-parlimanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî di gel Receb Teyob Erdoxan serokomar û Mustefa Şentop serokê Parlimana Tirkiyê civiya.
Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi piştgiriya Îranê ji dahêneriya hevkariyên Qefqazê di formeta 3+3ê da tekez kir: Hemî welatên navçeya Qefqazê divê pêwendiyeke baş bi hev ra hebin ku ev yek dikare ji bo pêşketina navçeyê alîkar be.
Qalîbaf derbarê gotûbêjên Viyenê jî got: Hêzxurtên mezin divê hîn bibin ku nabe ku vîna xwe li ser welatên din bisepînin û eger rêzgirtina li berjewendiyên welatên din bipejirînin, lihevkirin li ber dest e.
Serokomarê Tirkiyê jî di vê civînê da tevî amajeya bi pandemiya Koronayê û bandora wê li ser danûstandinên aborî yên welatan, got: Tevî vê yekê hevkariyên aborî yên Îran û Tirkiyê di vê heyamê da pêş ketiye.
Erdoxan her wiha tevî tekeziya li ser pêwîstiya xurtkirina pêwendiyên aborî yên du welatan hêvîdarî kir ku gotûbêjên Viyenê ji bo cihanîna lihevkirina navokî bi awayekî edlane bigihêje encamê.
Wî her wiha tevî amajeya bi alûgorên Efxanistanê û qeyrana koçberên vî welatî destnîşan kir: Saziyên navneteweyî divê alîkariya Îranê ji bo biserûberkirina koçberên efxanistanî bikin.