Kanûn 09, 2021 23:03 Asia/Tehran
  • Baqirî: Îran bi biryar e ku bigihêje rêkeftineke baş

Alîkarê Siyasî yê Wezîrê Derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê bi rijd e ku li gotûbêjên Viyenê bigihêje rêkeftineke baş.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars`ê, “Elî Baqirî Kenî” alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve û serokê şanda Îranê li gotûbêjên navbera Îranê û koma 4+1`ê bo rakirina dorpêçan, di twîtekê de li ser hevdîtinên roja pêncşemiyê yên li Viyenê nivîsî: Tîma muzakereyên Îranê dê bi awayekî cidî li ser dabînkirina maf û berjewendiyên miletê Îranê berdewam bibin.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê û berpirsê payebilind ê muzakireyên Îranê îro bi welatên 4+1 (Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çîn) re û bi Enrîq Mora, alîkarê berpirsê karên derve yê Yekîtiya Ewropayê û hevrêzkarê Komîsyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî re li berebera lidarketina rûniştina vê Komisyonê li Viyenê civiyan.

Baqirî beriya niha bi serokên şandên Çîn û Rûsyayê re hevdîtinên sêalî kiribûn.

Civîna Komisyona Hevbeş a Rêkeftina Navokî bi amadebûna serokên şandên danûstandinkar bi armanca pêdaçûnê li ser metnên pêşniyarkirî yên Îranê, li hotêla Coburg a Viyenê dest pê kir.

Serepeyv