Kanûn 09, 2021 20:31 Asia/Tehran
  • Xetîb: Îrana Îslamî bi desthilatdarî beşdarî danûstandinan bûye

Wezîrê Îtileata (Îstîxbarata) Îranê got: Îro Îrana Îslamî bi deshilatdarî beşdarî civînên navneteweyî û bi taybetî li gotûbêjan bûye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezîrê Îtileata Îranê, hûcetulîslam wel-muslimîn Seyd Îsmaîl Xetîb îro Pêncşemê li Hemedanê (rojavayê Îranê) got: Dijminên Îranê îro bi eşkere bi bêbandorbûna boykotên zalimane îtiraf kirin.

Wezîrê Îtileata Îranê diyar kir: Rewşa niha ya welat bi hebûna hevdengî û hevdiliya di navbera berpirsên welêt de, zemîna xizmetkirina ji bo xelkê û çareserkirina pirsgirêkan dabîn û amade kiriye.

Serepeyv