Cenazeyên 55 şehîdan ji sînorê Şelemçeyê derbasî Îranê bûn
Cenazeyên pak ên 55 şehîdên nûpeydabûyî yên 8 salên berevaniya pîroz ji sînorê navnetewî yê Şelemçeyê derbasî Îranê bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, îro danê sibê (pêncşemê) termên paqij û pak ên 55 şehîdan ku di encama lêkolînan bi tezetî peyda bûne ji sînorê navnetewî yê Şelemçeyê derbasî nav axa welat kirin û ji aliyê hêzên polîs ên parêzgeha Xûzistanê li başûra rojavaya Îranê, komek ji kes û malbatên hêja yên şehîdan û berpirsên leşkerî û siyaî û xwecî ve bi fermî hatin pêşwazîkirin.
Cenazeyên van şehîdên payebilind yên dema Operasyonên Kerbela 4 û 5 ên serdema Berevaniya Pîroz in ku herî dawî ji ber kolandinên li kêlek û berên çemê Erwendê hatine peydakirin.
Meytên van şehîdên hêja ji bo diyarkirina nasnama wan dê bînin Tehranê.
Artêşa dagirker a rejîma Seddam, dîktatorê hilweşiyayî yê Iraqê, di 22`ê Îlona 1980`an de, bi armanca jinavbirina pergala nûhatî damezirî ya Komara Îslamî ya Îranê, bi alîkariya tam a Îstikbara cîhanî, şerekî berfireh li dijî Îrana Îslamê ferz kir ku heşt salan dom kir.