Kanûn 09, 2021 15:01 Asia/Tehran
  • Têkiliya Borrell bi Emîr-Ebdullahiyan re: Bila zûtir di danûstandinan de pêşve biçin

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê di pêwendiyeke telefonî de ligel wezîrê karên derve yê Îranê, bal kişande ser wê yekê ku divê di gotûbêjên Viyenê de bileztir bimeşin.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell şeva Çarşemê di peyama xwe ya li ser Twitterê de nivîsî: "Îro, li helkefta gera din a gotûbêjan li Viyenayê, min bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Abdullahiyan re axivî."

Borrell nivîsî: "Min hesta lezgîniyê bi bîr xist ku divê em di danûstandinan de zûtir bimeşin da ku hemû vegerin ser peymana navokî."

Hefteya borî gera nû ya gotûbêjên navbera Îran û welatên koma 4+1 ji bo rakirina dorpêçên Amerîkayê li dijî Îranê li Viyenê hat lidarxistin û Îranê du belge li ser rakirina sizayan û mijara navokî pêşkêşî aliyê din kir.

Li ser daxwaza aliyên ewropî ji bo ku li ser herdu belgeyan bi paytextên xwe re bişêwirin, biryar hat dayîn ku vegerin welatê xwe û piştî çend roja şêwirînê niha ew dîsa hatine Viyenê da ku van gotûbêjan berdewam bikin.

Serepeyv