Kanûn 09, 2021 11:10 Asia/Tehran
  • Baqirî bi Mora û serokên şandên Çîn û Rûsyayê re dicive

Serokê desteya muzakereyên Îranê dê li Viyenayê bi Sekreterê Giştî yê Servîsa Çalakiya Derve ya Ewropayê û serokên şandên muzakereyên Çîn û Rûsyayê re bicive.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), "Elî Baqirî Kenî" Alîkarê Wezîrê Siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Îranê û Serokê Komîteya Danûstandinan a Îranê li Viyenê îro (Pêncşemê) dê li gel "Enrique Mora" Sekreterê Giştî yê Servîsa Çalakiya Derve ya Yekîtiya Ewropayê. û serokên şandeyên danûstandinan yên Çîn û Rûsyayê re bicive.

Gera nû ya danûstandinan derbarê rakirina sizayên zordarî yên li dijî Îranê roja Duşemê hefteya borî (29ê Mijdarê) li Viyenayê dest pê kir.

Di vê dewra gotûbêjan de, desteya muzakereyên Îranê bi destpêşxeriyeke cidî, metnên pêşniyarkirî li ser rakirina dorpêçan û mijara navokî pêşkêşî aliyên din kirin.

Aliyên muzakereker ên bi Îranê re, koma 4+1 (Almanya, Fransa, Brîtanya, Rûsya û Çîn) ragihandin ku ji bo dayîna bersivên maqûl, bi belge û mentiqî ji pêşniyarên Komara Îslamî ya Îranê re, pêwîst e bi hikûmetên xwe re bişêwirin loma ji bo vê yekê ew vegeriyan paytextên xwe û piştî vê şêwirmendiyê ew dîsa îro çûne Viyenê ji bo berdewam kirina danûstandinan.

Serepeyv