Qalîbaf: Parlemanên Îran û Tirkiyê roleke girîng di pêşxistina peywendiyên her du welatan de hene
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Parlemanên Îran û Tirkiyê roleke girîng li pêşxistina peywendiyên her du welatan hene.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, "Mihemed Baqir Qalîbaf" Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê îro Çarşemê bi pêşwaziya "Osman Nûrî" Serokê Koma Dostaniya Parlameniya Tirkiyê û Îranê ji bo beşdariya li Rûniştina Yeketiya Meclisên welatên endamn Rêxistina Hevkariya Îslamî gihîşt Stenbolê.
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê dema gihêştina Balafirgeha Stenbolê got: Pêwendiyên her du welatan bi taybet pêwendiyên parlemanên Îran û Tirkiyê di asteke baş de ne û hêvîdar im ev peywendiyên han bibe sedema berfirekirina hevkariyan. "
Osman Nûrî di dema pêşwazîkirina ji Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê de bal kişande ser pêgeha Îran û Tirkiyê li navçeyê û li ser pêşxistina peywendiyên di navbera her du welatan de pêgîrî kir û got: Hêvîdar im ku her du welat heta sala 2023ê bi danûstandinên nêzîk û dûrbînî ber bi başkirina peywendiyan ve biçin.
Qalîbaf û şanda parlamenta Îranê dê di 9 û 10ê Kanûnê de li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê beşdarî civîna Yekîtiya Nav-parlemanî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî bibin, ku dê li ser mijarên "Filistîn, Koçberî û Afganîstanê" bê gotûbêjkirin.