Kanûn 08, 2021 19:50 Asia/Tehran
  • Blinken dîsa li xwe muqir hat: Terikandina Rêkeftina Navokî xeletiyek mezin bû

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken dupat kir ku baştirîn rê ji bo rûbirûbûna Îranê dîplomasî ye û dîsa îtiraf kir ku vekişîna Amerîkayê ji Rêkeftina Navokî xeletiyeke mezin bû.

Li gorî rapora IRNA`yê; Tevî aştiyanebûna bernama navokî ya Îranê û di rewşa ku li berbanga gera nû ya gotûbêjan di navbera Îran û koma 4+1ê de, Waşîngtonê cezayên nû li dijî hin kesayetî û rêxistinên îranî sepandiye,  Wezîrê Derve yê Amerîka roja Sêşemê di bernameyekê de ku ji alîyê Wall Street Journal ve hatibû amadekirin îdia kir: Tevî bijardeyên din ên berdest, dîplomasî û vegerîna berdêl ser Rêkeftina Navokî riya herî baş e ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê.

Berî niha Wezîrê Derve yê Amerîkayê di hevpeyvînekê de ligel Reutersê îtîraf bi wê yekê kiribû ku biryara derketina ji rêkeftinê xeletiyeke felaket e.

Blinken di berdewamiya hevpeyvîna xwe de bi rojnama Wall Street Journal re di çarçêva siyasetên Îranfobiyê yên Amerîka û Rêjîma Siyonîst de yên li dijî bernama atomî ya aştiyaneya Îranê îdia kir ku bikaranîna santrîfujên pêşketî ji aliyê Îranê ji hemûyan re fukaran çê dike.

Di rewşa ku Îranê metna xwe ya pêşniyarkirî li Viyenayê di du mijarên wekî rakirina dorpêçên zordarane û pirsgirêkên navokî de pêşkêşî aliyê din kiriye û ew jî vegeriyane paytextên xwe da ku ser wan şêwirê bikin û rêwerzên nû werbigirin, Blinken îdia dike ku derfet ber bi sînordarbûn diçe.

Dewra nû ya hevdîtinên Viyenê ji bo rakirina cezayan û vejandina Rêkeftina Navokî di 29ê Mijdarê de li paytexta Otrîşê dest pê kiribû.

Serepeyv