Kanûn 07, 2021 15:14 Asia/Tehran
  • Lihevkirina sêqolî ya Îran, Komara Azerbaycaê û Gurcistanê ji bo vekirina riya nû ya tranzîtê

Rêveberê giştî yê Tranzît û veguhestina navneteweyî ya Rêxistina parastina rê û veguhestina cadeyî ya Îranê qala lihevkirina sêqolî ya Îran, Komara Azerbaycanê û Gurcistanê ji bo vekirina riya tranzîtî û girêdana Kendava Farsê li Deryaya Reş kir.

Cewad Hidayetî, Rêveberê giştî yê Tranzît û veguhestina navneteweyî ya Rêxistina parastina rê û veguhestina cadeyî ya Îranê di gotûbêja bi ISNAyê ra bi gotina vê yekê ku riya nû ya tranzîtê dikare Kendava Farsê li Deryaya Reş girêbide, got: Du welatên sereke yên aliyên hevtêgihîştinnameyê Îran û Gurcistan in, ji ber ku Îran bi riya Kendava Farsê girêdayî bi avên azad e û Gurcistanê jî du benderên girîng ên ticarî li rojhilata Deryaya Reş hene.

Hidayetî got: Li gorî lihevkirina ku di gel berpirsên veguhestinê yên Komara Azerbaycanê û Gurcistanê pêk hat, biryar e ku karwaneke tranzîtî ji her welatekî ji Îranê barê xwe bigire û kelûpelan bigihîne nuqteya armanc.

 

Li gorî rapora Hidayetî, Kelûpelên tranzîtî ji Astarayê li bakurê Îranê derbasî Komara Azerbaycanê dibin û bi riya benderên Gurcistanê û di riya Deryaya Reş ra bo Bulgaristanê û welatên Ewropaya Rojhilat tên şandin.

 

Serepeyv