Kanûn 06, 2021 14:19 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Tenê bi hevkariya welatên navçeyê aramî û ewlehiya mayînde pêk tê

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê hevkariya welatên navçeyê wek tiştê pêwîst ji bo aramî û ewlehiya mayînde da zanîn.

Elî Şemxanî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê roja Duşemiyê di hevdîtina di gel Şêx Tehnûn Bin Zayid Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Imaratê bi gotina vêya ku aramî û ewlehiya mayînde tenê bi riya gotûbêja berdewam û hevkariya welatên navçeyê pêk tê, got: Pêwendiyên germ û dostane di gel welatên cînar û danûstandina derfetên aborî, ticarî û sermiyandanînê yekemayetiya Komara Îslamî ya Îranê di warê siyaseta derveyî da ye.

 

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê pêwîstiya bandornegirtina welatên navçeyê ji siyasetên destwerdanê yên welatên derveyî navçeyê destnîşan kir û got: Welatên dorhêla Kendava Farsê dikarin tevî pêkanîna geşatî û pêşketinê ji bo gelên xwe, wek cemsera enêrjiyê roleke girîng di aboriya navçe û cîhanê hebin.

 

Şemxanî hewildana hevpar ji bo bidawîanîna hin qeyranên leşkerî û ewlehiyê ku gelên misilman ên navçeyê tûşî rewşa dijwar a jiyanê kirine, destnîşan kir û got: Divê gotûbêj û hevtêgihîştin dewsa rêbazên leşkerî ji bo çareserkirina nakokiyan bigire.

 

Şêx Tehnûn bin Zayid Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Imaratê jî di vê hevdîtinê da bi gotina vêya ku Îran wek welatekî mezin û bihêz li navçeyê xwedan mewqiya taybet a jeopolîtîkî û şahriyana têkiliya rojhilat û rojavayê cîhanê ye, got: Berfirehkirina pêwendiyên germ û birayane navbera Ebûzebî û Têhranê ji yekemayetiyên Imaratê ye.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Imaratê îro gihîşte Têhranê.

 

Serepeyv