Agahiyên nû yên dosyaya dadwerî ya terorkirina şehîd Silêmanî
Cîgirê qanûnî yê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî hûrgiliyên nû derbarê dosyaya terorkirina şehîd Silêmanî eşkere kir.
Serdar Sohrab Elî Şemxanî cîgirê qanûnî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî di hevpeyvînekê de ligel ajansa Mêhrê, hûrgiliyên nû yên dosyeya terorkirina şehîd Silêmanî eşkere kir û got: “Serdar Silêmanî endamê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bû, loma ji aliyê Sipahê Pasdaran derbarê terorkirina wî şehîdî doznameyek hat amadekirin û radestî navendên edlî hat kirin." Li gorî gotina serdar Şemxanî: Ev dosya bi hewldana hevkaran bi zanyariyên berfereh û tekûz hatiye amadekirin û tê de 50 tawanbar hene ku yê sereke serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump e.
Alîkarê qanûnî yê Sipahê Pasdarên Inqilabê her wiha got: Hemû tawanbarên vê dozê Amerîkî ne, helbet kesên din jî ji Brîtanya di nav vê girûpê de cih digirin.
Şemxanî her wiha diyar kir ku ji bo bidestxistina encamê divê Neteweyên Yekbûyî destwerdana vê dozê bike û wiha got: "Di qada navneteweyî de jî divê em şopdarê vê mijarê bin."
Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî general serdar Qasim Silêmanî li ser vexwendina fermî ya rayedarên Iraqê roja 03.01.2020 çû vî welatî, lê belê heman rojê di encama êrîşa asmanî ya hêzên terorîst ên Amerîkayê de li balafirgeha Bexdayê, ligel cîgirê serfermandarê Heşda Şebî ya Iraqê Ebû Mehdî El-Muhendes û 8 kesên din şehîd bûn.