Baqirî Kenî: Divê çalakiyên navokî yên Îranê berdewam bin
Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku divê çalakiyên navokî yên Îranê bidomin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Elî Baqirî Kenî ji Al-Jazeerayê re axivî û diyar kir ku Amerîkayê di 6 gerên hevdîtinê de du prensîbên garantî û verastkirinê qebûl kirine û wiha got: “Hemû mueyîdeyên girêdayî peymana nukleerî ne û gişt cezayên ser navê zextên herî zêde" divê demildest bên rakirin.
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha got: Em di planên ku pêşkêşî aliyên din kirine de cidî ne.
"Baqirî Kanî got: "Bi van pêşniyarên ku me raberkirine, me biryardariyeke cidî ji bo lihevkirinê nîşan da. Planên ku me pêşkêş kirin li ser maseya aliyên din ên muzakereyê ne û biryar e ku ew bersivê bidin, helbet tê xwestin ku ew bersiveke maqûl û bi belge û delîl bidin."
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir: Planên ku ji aliyê Îranê ve hatine pêşniyarkirin li gorî rêketinama navokî ya sala 2015`an e.
Baqirî Kenî got: “Heta welatê ku ji rêkevtinê derketiye jî dixwaze vegere rêkeftinê û di prensîbê de jî welatên ku hîn endamên Rêkeftina Navokî ne, naxwazin vê belgeya navokî hilweşînin.
Baqirî derbarê rapora vê dawiyê ya AIEA jî got: Nûçeya dewlemendkirina %90 ya uraniyomê ji aliyê medya û çavkaniyên siyonîstî ve hat weşandin ku ji aliyê bilindtirîn berpirsê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê ya Îranê ku rêveberê giştî yê wê ye jî hat redkirin.
Bagirî Kenî li ser vê pirsê ku eger Rejîma Siyonîst biryara êrişa ser navendên navokî yên Îranê bide, dê çi bibe, got: Siyonîst divê xewna êrişa li ser Îranê bibînin û eger di xewê de bin, qet şiyar nabin.