Kanûn 05, 2021 00:01 Asia/Tehran
  • Reîsî: Pêwendiya niha ya di navbera Îran û Venezuelayê de divê zêdetir bibe

Serokê Komara Islamî ya Îranê şeva şemiyê li gotûbêja telefonî ya digel Nicolas Maduro serokkomarê Venezuelayê, peywendiyên Îran û Venezuelayê wek stratejî wesif kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, Seyd Îbrahîm Reîsî, bal kişande ser kapasîteya bilind a Îran û Venezûelayê ji bo hevkarî û têkiliyan û diyar kir: Divê di hikûmeta nû ya Îranê de peywendiyên heyî yên di navbera her du welatan de bên zêdekirin. Serokomarê Îranê amaje bi şiyana bilind a Îran û Venezuelayê jî kir û got: Pêşxistina peywendiyên Tehran û Karakasê bi taybetî di warê bazirganî û aborî de pêwîstiyek e girîn.

Raîsî bal kişand ser daxwaza serxwebûn, edaletxwazî, heqxwazî, dijayetiya li hemberî îstikbarê û têkoşîna gel û hikûmeta Venezuelayê ya li dijî pergala serdestxwaz û got: "Sedema mueyîdeyên ku ji aliyê pergala serdest û Amerîkayê ve li ser gel û hikûmeta Venezuelayê hatine sepandin. serxwebûn û azadîxwaziya wan e."

Serokê Komara Islamî ya Îranê pîrozbahiya bi serkeftî ya lidarxistina hilbijartinan li Venezûelayê kir û got: Serkeftina we ya di hilbijartinan de desthilatdariya dewleta Venezuelayê nîşan dide. Reîsî amaje bi pêgeha Îran û Venezuelayê di OPECê de jî kir û got: Pêwîstî bi hevkariyeke nû ya petrolê di navbera her du welatan de heye û divê di warê parzûngeh û çavkaniyên petroşîmiyê de gavên bilind bên avêtin.

Serokomarê Venezuelayê Nicolas Maduro jî behsa hilbijartinên Venezuelayê kir û amaje bi hevkariya Îran û Venezuelayê ya di OPECê de kir û got: Di navbera Îran û Venezuelayê de gelek karên hevbeş hene û ez gelek geşbîn im ku bi alîkariya komîsyonên hevbeş em karibin rêkeftinên nû bimeşînin.

Serepeyv