Dîplomatê Rûs tekezî li ser pêwîstiya rêkeftineke berfireh di danûstandinên Viyenê de kir
Nûnerê hertimî yê Rûsyayê li rêxistinên navdewletî yên navenda wê li Viyenê jî tekez kir ku hê zû ye ji danûstandinên Viyenê bêhêvî bibin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, "Mîxayîl Ulyanov" şeva Înê li peyameke Twitterê bi awayekî sergirtî rexne li daxuyaniyên dilşikestî yên derbarê gotûbêjên Viyenê li derdorên siyasî û medyaya rojava girt.
Dîplomatê payebilind ê rûsî di bersiva tweeteke nûçegihanê Foreign Policy de ku gotinên dilşikestî û bêhêvîtî yên "diplomatên ewropî" yên derbarê danûstandinên Viyenê de dubare dike, nivîsî: "Hê zû ye ku meriv bêhêvî bibe." Di dîplomasiya piralî de rêgezek heye ku dibêje heta ku her tişt li ser neyê lihevkirin tiştek nayê lihevkirin.
Ulyanov berdewam kir: "Guhertin di bingeh de mumkin in." Lê pêdivî ye ku ev guhertin bi rengekî ku bibe alîkarê pêşkeftina bêtir were sererast kirin.
Gereke nû ya danûstandinên Viyenê derbarê rakirina sizayan û vejandina Rêkeftina Navokî roja Duşemê (29ê Mijdarê) li paytexta Otrîşê dest pê kir û roja Înê (3ê Kanûna Yekem) bidawî hat.