Ayetullah Xatemî: Gelê Îranê dê teslîmî tiştekî kêmtir ji rakirina hemî boykotan nebe
Pêşnimêjê Nimêja Îniyê ya Têhranê destnîşan kir: Gelê Îranê dê teslîmî tiştekî kêmtir ji rakirina hemî boykotan nebe.
Li gorî rapora IRNAyê, Ayetullah seyid Ehmed Xatemî, Pêşnimêjê Nimêja Îniyê ya Têhranê di xutbeyên nimêja Îniyê da bi gotina vêya ku taximeke bi ezmûn ji bo gotûbêjan çûye Viyenê, got: Taxima îranîê nûnerê gelekî wêrek e ku heta dawîn dilopa xwe ji bo ramanên xwe rawestiyaye û dê razî bi tiştekî kêmtir ji rakirina hemî boykotan nebe.
Xatemî her wiha got: Taximeke bi ezmûn ji bo gotûbêjê çûye Viyenê û vê taximê helwêsta xwe bi awayekî aşkira ragihand û helwêsta xwe ya dijî Amerîkayê hem di gotinê û hem di kiryarê da nîşan da.
Pêşnimêjê Nimêja Îniyê ya Têhranê her wiha sipasiya dewleta sêzdehem ji ber dabînkirina vaksînê û vaksînekirina berfireh kir.
Xatemî tevî bibîranîna 10ê Azerê, salvegera şehîdbûna şehîd seyid Hesen Muderis, derbarê kesayetiya wî, got: Rehmetî Muderis ji wan mezinan e ku bi nêrîna Îmam Xumeynî (Re) kesekî gelekî mezin bû û Îmam Xumeynî bi caran pesna wî dida.