Kanûn 01, 2021 20:25 Asia/Tehran
  • Şer û pevçûnên navbera hêzên sînorî yên Îranê û Talîbanê

Çavkaniyên nûçeyan derbarê bi dawî hatina şer û pevçûnên navbera hêzên sînorî yên Îranê û koma Talîbanê de xeber dan.

Li gor jêderên nûçeyan, îro Çarşemê li devera Şexalek ya ser bi parêzgeha Nîmrûza Efxanistanê ji ber tênegihêştinekê li ser sînor, di navbera hêzên sînorî yên Îranê û Talîbanê de şer û pevçûn derket.

Li gor vê raporê, di van salên dawiyê de, li hundirê Îranê û çend sed metreyan dûrî sînorê Efxanistanê, ji bo şerê li dijî qaçaxçiyan û xirabkaran, dîwar hatine lêkirin; Îro hinek cotkarên Îranê ji van dîwaran derbas bûn, di vî halî de dîsa ew di nava sînorên Îranê de bûne, lê ji ber hebûna wan dîwaran, hêzên Talîbanê wisa difikirin ku sînorê wan hatiye binpêkirin.

Piştî vê bûyerê, hêzên Talîbanê dest bi reşandina gullan kirin, ku hêzên Îranê bi lez bersiva wan dan.

Hat ragihandin ku êdî pevçûn bi dawî bûne û Îran jî niha mijûl e koma Talîbanê derbarê sînor serwext dike.

Rayedarekî agahdar tekez kir ku nûçeyên marjînal ên ku dibêjin Talîbanê dest danîne ser xalên kontrolê yên sînorî yên Îranê, bi awayekî bingehîn derew in.

Serepeyv