Kanûn 01, 2021 12:51 Asia/Tehran
  • Di roja duyem a danûstandinên rakirina cezayên li dijî Îranê de çi derbas bû

Di roja duyemîn a hevdîtinên Viyenê de, bi armanca rakirina dorpêçan, gotûbêj di form, mijar û astên cuda de berdewam bûn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Baqirî Kenî, muzakerevanê sereke yê Îranê roja sêşemiyê bi Enrîq Mora, sekreterê giştî yê saziya karên derve ya Ewropayê û serokê komîsyona hevpar a Rêkeftina Navokî re hevdîtin kir. Di vê hevdîtinê de herdu aliyan behsa encamên civîna yekem kirin û behsa çawaniya berdewamiya gotûbêjan kirin.

Ji aliyeke din ve Cîgirê dîplomasiya aborî yê Wezîrê Derve yê Îranê Mehdî Seferî bi Serokê Banka Navendî ya Otrîşê re civiya. Li hevdîtina Safarî bi serokê banka navendî ya Otrîşê, Holtzman re her du alî li ser hevkariyên dualî û warên xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên bankî û darayî gotûbêj kirin.

Pêştir civîna koma xebatê ya rakirina dorpêçan li ser asta pisporan û bi amadebûna nûnerên Îran û koma 4+1 û Yekîtiya Ewropayê li hotêla Coburgê hat lidarxistin.

Di vê hevdîtinê de, danustandinên Îranê tevî şirovekirina nêrînên Komara Îslamî ya Îranê û pêşkêşkirina pêşniyarên nû li ser çawaniya pêşdebirina gotûbêjan, li ser pêwîstiya rakirina bi bandor a dorpêçên li dijî gelê Îranê tekez kirin û endamên din jî teşwîq kirin ku bi awayekî avaker di civînê de beşdar bibin. 

Di civînê de nûnerên welatên din jî amadebûn û cidiyeta xwe ji bo mijûlbûna bi mijara rakirina dorpêçan nîşan dan.

Gera nû ya muzakireyên Îranê û koma 4 + 1 bi pêkhatina nû ya desteya muzakereyên Îranê ji roja duşemêa vê hefteyê ve li Viyenê dest pê kiriye. Di van hevdîtinan de Elî Baqirî Kenî serokatiya koma muzakereyên Îranê dike.

Serepeyv