Kanûn 01, 2021 12:30 Asia/Tehran
  • Rayedarên Ewropî: Ji sedî 70 heta 80ê reşnivîsa rêkevtina digel Îranê temam bûye

Di hevpeyvînekê de ligel ajansa Reutersê, berpirsên Ewropî îdia kirin ku ji sedî 70 heta 80ê reşnivîsa rêkeftina ligel Îranê hatiye nivîsandin.

Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê Reuters`ê, rayedarên payebilind ên ewropî roja Sêşemê ji nûçegihanan re gotine ku ew pêşbînî dikin piştî destpêkirina gotûbêjan roja Duşemê bi Îranê re gotûbêjên cidî dest pê bikin, ku ji sedî 70 heta 80 ji nivîsê li ber dest heye.

Dîplomatan her wiha gotin ku di hevdîtinan de ji bo gihandina encamekê lezgînî heye, lê ew naxwazin oltîmatomên sexte û çêkirî di vê barê de diyar bikin.

Civîna vekirina gera nû ya gotûbêjên Viyenê li ser rakirina dorpêçan roja Duşemiyê bi îradeya hemû aliyan ji bo ji nû ve destpêkirina cîbicîkirina tam a Rêkeftina Navokî tevî atmosfera ku ji aliyê medyayên dijmin û alîgirên siyonîst ve li kêleka jestên xêrxwaziyê yên Koşka Spî hat afirandin, dest pê kir ku rakirina boykot û cezayan bû karê serke di van danûstandinan de.  Bi pêşîniya pêşîn bişopînin.

Serepeyv