Kanûn 01, 2021 11:53 Asia/Tehran
  • Reîsî di civîna hevbeş a hikûmet û Meclisê de: Qanûn navenda pêkanîna dadweriyê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li civîna hevpar a hikûmet û meclisê, bal kişande ser qanûnê; Ew navenda cihatina edaletê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, "Seyd Îbrahîm Reîsî" serokomarê Îranê îro Çarşemê li civîna hevpar a meclisa şêwra îslamî û hikûmetê bi helkefta roja meclisê got: Qanûn navenda edaletê ye û qanûn çiqasî bê bicihanînê, ewqas jî edalet serê xwe digire."

Reîsî balkişand ser qanûndanînê weke wezîfe û karê herî girîng yê meclisê û got: danîna rêlên tevgera civakê erkeke pir girîng a meclisê ye.

Reîsî her wiha got: Îro meclis nîşana îrade û dengê xelkê ye û qanûndanîn jî beşeke ji karê meclisê ye û divê her kes xwe wezîfedarêî cîbicîkirina wê bibîne.

Serokomarê Îranê amaje bi salroja şehadeta şehîd Muderes û roja meclisê jî kir, girêdana manewiyat û siyasetê giringtirîn beşa jiyana vî şehîdî da zanîn û got: ol dikare jiyana mirovan birêve bibe û ji hemû hewcetiyên mirov re bersiva xwe heye."

Di dawiyê de, Reîsî behsa bûdceya sala bê ya Îranî (1400 Hicrî Tavî) kir ku giringtirîn belgeya darayî ya hikûmetê ye û got: “Hewl hatiye dayîn ku fukar û endîşeyên rêberî û meclisê di vê bûdcey de were berçavgirtin, daku bûdceya sala bê kêmtirîn kêmasiya xwe hebe û bikare enflasyonê kontrol bike."

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî Mihemed Baqir Qalîbaf jî di vê rûniştinê de got: Hêvîdar im ku Serokomar bi hewlên xwe û bi danûstandinên baş û bi rûmet û rêkeftineke baş û dadperwerane, mafê xelkê di warê siyaseta derve û rakirina dorpêçan de bistîne û ev cezayên hovane ji ser milê miletê ezîz û berxwedêr rake.

Serepeyv